Rusya, ji Xezzeyê re 27 ton alîkarîya însanî dişîne

Wezareta Rewşên Lezgîn yê Rusyayê daxuyand ew ji bona ku ji Xezzeyê re alîkarîyê bikin balafira ku di nav de 27 ton alîkarîya însanî heye ji bo ku biçe Misirê birê ket.

Ekleme: 19.10.2023 15:05:35 / Güncelleme: 19.10.2023 15:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em ji bona nifûsa Xezzeyê 27 ton kargoya însanî dişînin. Balafira II-76 ya aîdê Wezaretê, ji Meydana Hewayê ya li herêma Moskovayê re ji bo biçe balafirgeha li bajara Arîşa Misirê birê ket.”

Wezaret diyar kir ku ew ê kargo ji Hîva Sor a Misirê re bê teslîmkirin û di nav balafirê de zexîreyên wek arvan, şekir, birinc û meqerne heye. (ÎLKHA)