HAMAS: Komkujiya Nexweşxaneya Ehlî Ereb sûcê jenosîdê ye, divê dewlet bi lezgînî mudaxele bikin

HAMAS’ê diyar kir ku di êrîşa rejîma dagirker a li dijî Nexweşxaneya Ehlî Ereb a Xezzeyê de bi sedan kes şehîd bûne û ev yek sûcê qirkirinê ye û banga mudaxeleya lezgîn li hemû welatan kir.

Ekleme: 17.10.2023 22:30:37 / Güncelleme: 17.10.2023 22:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di qetlîama ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Nexweşxaneya Neteweyî ya Ehlî Ereban hat kirin de bi sedan kes ku piranîya wan malbat, nexweş, zarok û jin jî hene şehîd û birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş sûcê qirkirinê ye û hat gotin, "Ev êrîş careke din rastiya dijmin, hikûmeta wê ya faşîst û terorê derxist holê û piştgiriya Amerîka û Rojava ya ji bo vê avabûna dagirkeriya sûc eşkere kir."

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin û hat gotin, "Ji bo pêşî li sûcê dagirkeriyê û artêşa wê ya faşîst bê girtin û ji qirkirina ku ev 11 roj in kirine hesab bê pirsîn, divê civaka navneteweyî û welatên ereb û îslamî li ber xwe bidin û mudaxele bikin. Divê ev mudaxele ne sibe hema bi lez îro be.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Gezeyê ragihand ku di êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst a li ser nexweşxaneya Ehlî Ereb de zêditîr ji 500 kesî şehîd bûne. (ÎLKHA)