Bîden: Di pevçûnan de 11 welatîyên Emrîqayê hatin kuştin

Serokê Emrîqayê Joe Bîden, daxuyand ku di encama operasyona Tugayên Qassam yê baskê leşkerî ya HAMASê dabû destpêkirin de herî kêm 11 welatîyên Emrîqayê mirine.

Ekleme: 10.10.2023 11:20:34 / Güncelleme: 10.10.2023 11:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bîden, diyar kir ku hêna jî hinek welatîyên Emrîqayê winda ne, derheqê van mirovên winda yên ku derê ne de bi rayedarên sîyonîstan re xebat tê kirin.

Bîden weha got, “Ji bona teyîdê em çiqas jî xebatê bikin, em di vê bawerîyê de ne ku hinek welatîyên Emrîqayê di destê Hamasê de ne.”

Bîden ku bi rejima sîyonîst re peyama piştgirîyê da û bal kişand, “Emrîqa û îsraîl hevparên naynê veqetandin in.” (ÎLKHA)