Ji Cemaata Hîzbullah peyama "Tofana Eqsayê"

Derbarê operasyona "Tofana Eqsayê" de, ji teref buroya Cemaata Hîzbullah ve beyanatek hat belavkirin. Cemaata Hîzbullah di mesaja xwe de weha got, “Em ji bo azadîya Qudsê û Mescîda Eqsayê bang dikin ku bila ji mucadele û berxwedanê re destek bê dayîn.”

Ekleme: 08.10.2023 14:25:34 / Güncelleme: 08.10.2023 14:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah derbarê operasyona “Tofana Eqsayê” de peyamek belav kir.

Temamê peyamê weha ye:

“Bîsmîllah

Selam, rehmet û bereketa Xwedê li ser we be.

Piştî ku me xebera êrîşên li dijî hêzên îşalê ya ji Xezzeyê girtîye birayên we yanê em li ser pîya, di rûniştinê de û di secdeyan de ji we birayên xwe yên qehreman û ezîz re duayê dikin.

Em ji temamê dinyayê re îlan dikin ku em bi temamê îmkanên xwe yên maddî û manewî li ba birayên xwe yên HAMAS, Cîhada Îslamî û Filistînî ne.

Rebbê min we di operasyona bi navê ‘Tofana Eqsa’ ya ku we nû daye destpêkirin de muzeffer bike û sîyonîstên îşxalkeran qehr û perîşan bike. Roketên ku hûn davêjin tirs û xewfê di qelbê sîyonîst û îşxalkeran de hakim bike.

Em Ji Bo Azadîya Quds û Eqsayê Banga Destekê Ji Bo Berxwedanê Li Temamê Rêxistinên Îslamî, Ferdên Misliman û îdarevanên Misliman Dikin.

Biroya Çapemenî ya Hîzbullah.” (ÎLKHA)