Li Başûr bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş: 4 karker mirin

Doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş li Sehaya Xazê ya Kor Morê ya li Silêmanîyê hat kirin.

Ekleme: 27.04.2024 15:25:25 / Güncelleme: 27.04.2024 15:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encaama êrîşa ku hat kirin de li tesîsa xazê teqîn pêk hat û şewat derket. Hat hînbûn ji ber êrîşê 4 karker canê xwe ji dest dan  û di tesîsê de zirareke mezin pêk hat.

 Serokê Şaredarîya Çemçemalê Rumak Remezan  derbarê mijarê de destnîşan kir hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.

Fermandarîya Operasyonên Hevpar jî derbarê mijarê de destnîşan kir, kesên ku êrîşê li dar xistine dê bên cezakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê mijarê de daxuyanîyekê belav kir û êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)