• DOLAR 32.22
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2496.44
  • ...
Ji Cemaata Hîzbullah peyama "Tofana Eqsayê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah derbarê operasyona “Tofana Eqsayê” de peyamek belav kir.

Temamê peyamê weha ye:

“Bîsmîllah

Selam, rehmet û bereketa Xwedê li ser we be.

Piştî ku me xebera êrîşên li dijî hêzên îşalê ya ji Xezzeyê girtîye birayên we yanê em li ser pîya, di rûniştinê de û di secdeyan de ji we birayên xwe yên qehreman û ezîz re duayê dikin.

Em ji temamê dinyayê re îlan dikin ku em bi temamê îmkanên xwe yên maddî û manewî li ba birayên xwe yên HAMAS, Cîhada Îslamî û Filistînî ne.

Rebbê min we di operasyona bi navê ‘Tofana Eqsa’ ya ku we nû daye destpêkirin de muzeffer bike û sîyonîstên îşxalkeran qehr û perîşan bike. Roketên ku hûn davêjin tirs û xewfê di qelbê sîyonîst û îşxalkeran de hakim bike.

Em Ji Bo Azadîya Quds û Eqsayê Banga Destekê Ji Bo Berxwedanê Li Temamê Rêxistinên Îslamî, Ferdên Misliman û îdarevanên Misliman Dikin.

Biroya Çapemenî ya Hîzbullah.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir