Parlamenterê HUDA PARê Dînç, şehîdên 6-8ê Cotmehê di Meclîsê de yad kir

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de ji bo axavtinê îzîn xwestibû, Yasîn Borû, hevalên wî û şexsîyetên mitedeyyîn yên dinê ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref wehşên ku li ser banga HDP-PKKê ve derketibûn kolanan hatin qetilkirin bi rehmet yad kir.

Ekleme: 06.10.2023 09:30:35 / Güncelleme: 06.10.2023 09:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polîtîqayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, di axavtina xwe de weha got, “Bîsmîllah. Yasîn Borû, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş, Rîyad Guneş, Hesen Gokgoz, Cumalî Guneş, Muhammed Latîf Şener, Cengîz Tîryakî, Fethî Yalçin, Abdullah Muhammed Latîf, Fehad Îbrahîm Elduvreîc, Muhammed Enez û bi dehan kes… 9 sal berîya îro ji teref çeteyên ku bi banga KCK, Ocalan û HDPê derketibûn kolanan ve hatin qetilkirin.”

Dînçê ku bal kişand wê şevê herêma xelkê ji însafa wehşan re hatibû teslîmkirin weha axavtina xwe berdewam kir, “Wê şevê herêm bi hevkarîya FETO-PKKê ji wehşan re hatibû hêştin. Dema ku di kolanan de banga alîkarîyê dihat bihîstandin; camîyan, dibistanan, ambûlansan, xanîyan dabûn ber agir û polês jî di nav xewa xefletê de bû. Wê şevê toreya Kurdan kirin nav dest û nigan. Ev erdnigarî şewitandina cesedan, dîlan kirina li ser serê cesedan, anîtina tîlîlîyan, cara yekem di wê şevê de dît. Ez wehşeta çeteyên ku ji Kurdan re xeyn ji xwîn, barût û agirê tiştekî jî nadin û xeyn ji Kurdan ji hemû kesan re xizmetê dikin bi nefret şermezar dikim. Ez şehîdên me bi hûrmet, bi rêz û bi rehmet yad dikim.”

Di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de wehşên ku li ser banga HDP/PKKê derketibûn kolanan Yasîn Borû, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Hesen Gokgoz û Huseyîn Dakak yên ku li Dîyarbekirê goştê qurbanê belav dikirin qetil kiribûn. (ÎLKHA)