130 mêşin di axûrê de telef bûn

Li navçeya Tuşpaya Wanê 130 mêşin ji ber sedemeke ku hêj nediyare di heman wextê de telef bûn.

Ekleme: 03.10.2023 15:50:44 / Güncelleme: 03.10.2023 15:50:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 130 mêşinên aîdê Ersoy O.yê ku li gundê Qasimogluyê dijî, ji ber sedemeke nediyar mirin.

Ersoy Oyê ku di seatên serê sibehê de ji bona heywanên xwe biçêrîne ketîye axûrê dît ku piranîya heywanên wî li erdê ne û hinekên wan jî dipirpitin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme  Midûrtîya Daristan û Çandinî ya navçe hatin sewqkirin.

Ekîbên ku li cîhê bûyerê lêkolînan kirin, tespîtkirin ku ji 157 mêşinan 130yên wan telef bûne.

Mêşinên ku telef bûne, ji teref ekîbên şaredarîyê ve hatin kirin axê. (ÎLKHA)