Li Ermenistanê xwepêşandanên îstîfayê

Li Ermenistanê hemberên Serokwezîr Nîkol Paşînyan, li ber avahîya meclîsê kom bûn û bang li Paşînyan kirin ku bila îstîfa bike.

Ekleme: 21.09.2023 10:35:40 / Güncelleme: 21.09.2023 10:35:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muxalefeta Ermenistanê piştî operasyona Qerebaxê ya ku artêşa Azerbaycanê dabû destpêkirin çalakîyên xwe yên hember Paşînyanê ku ji ber ku Paşînyan ji cudaxwezan re piştgirîyê nedaye dabûn destpêkirin didomînin.

Di navbera xwepêşandarên ku ji bo îstîfaya Paşînyanê li ber avahîya Meclîsê kom bûbûn û polêsan de nîqaş derket.

Ji ber protestoyan kolan û ceddeyên Meclîsê ji trafîkê re hatin girtin, polês jî li ber avahîya Meclîsê ewlehîyeke mezin girt.

Di dema axavtina serokê muxalefetê de hinek xwepêşandaran xwestin ku bikevin nav avahîya Meclîsê.

Di navbera polês û xwepêşandaran de şer derket û hinek xwepêşandar jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)