Li Dihokê xwepêşandan tên lidarxistin

Li Dihokê li dijî kuştina 4 ciwanan li Kerkûkê xwepêşandan tên lidarxistin.

Ekleme: 05.09.2023 14:40:27 / Güncelleme: 05.09.2023 14:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi hezaran welatiyên Kurd li bajara Duhokê îro li dijî kuştina 4 ciwanên Kurd li Kerkûkê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşanderan dijaydekirina li hember Herêma Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz kirin ku mafên welatiyên Kurdistanê neyê binpêkirin.

Herwiha daxwaz ji hikûmeta federal kirin ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bişîne.

Xwepêşanderan gotin, "Dilê me bi Kerkûkê re ye û gelê Kurd li hemberî siyaseta birçîhiştinê serî natewîne."

Walîyê Duhokê Elî Teter jî sersaxî ji xelkê Kerkûkê re xwest û got, “Çend alî li Bexdayê rê nadin ku rêkeftin bên tetbîqkirin.” (ÎLKHA)