Li Sûrîyê ji wesayîta leşkerî re êrîş: 11 mirî 20 birîndar

Li bajara Îdlîba Sûrîyê ji wesayîta ku leşker tê de bûn re bi bombeyan êrîş hat kirin, di êrîşê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.08.2023 11:45:32 / Güncelleme: 27.08.2023 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî Malanerîna Heqên Însan ya Sûrîyê teqemenîyên ku li bajara Îdlîbê ji tinelên mewzîyên artêşa Sûrîyê re hatibûn xistin, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de hat teqandin.

Hat destnîşankirin ku piştî teqînê di navbera komên êrîşdar û leşkerên rejîmê de pevçûneke dijwar dest pê kir, di pevçûnan de 11 leşkerên rejîmê mirin, 20 kesan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku êrîş ji teref komekên ku girêdayê Heyetû Tehrîru’ş Şamê ku çend rojên berê dûçarê êrîşa hêzên Rûs û rejîmê bûbûn ve hatîye kirin. (ÎLKHA)