Li Somalîyê li dijî El-Şebabê operasyon: 27 mirî

Hat diyarkirin ku artêşa Somalîyê, di encama operasyona ku li herêma Şabelleya Jêr lidarxist de 27 endamên El Şebabê kuştine.

Ekleme: 26.08.2023 11:35:30 / Güncelleme: 26.08.2023 11:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Neteweyî ya Somalîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li nêzê Awdheegleya girêdayê herêma Şabelleyê li dijî El Şebabê operasyon hatîye lidarxistin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ji operasyonê re hevparên navneteweyî jî alîkarîyê dane  û 27 mîlîtanên El Şebabê kuştine.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê li herêmê operasyon berdewam bikin. (ÎLKHA)