Reîsî û Abdullahîyan canê xwe ji dest dan

Rayedarên Îranê, daxuyandin ku Serokkomar Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.05.2024 10:09:33 / Güncelleme: 20.05.2024 10:09:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, doh ji ber rewşa hewaya xerab li wîlayeta Azerbaycanê qeza kir.

Piştî xebata 14 seatan cîhê helîkoptera Reîsî û lijneya wî di nav de bûn hat dîtin.

Tîmên lêgerîn û xelaskirinê gihaştin cîhê qezayê.

Rayedarên Îranê daxuyandin ku Reîsî û Abdullahîyan di qezayê de canê xwe ji dest dane.

Serokkomar Reîsî, doh li sînora Azerbaycan-Îranê beşdarî vekirina bernameya bendavê bûbû.

Hatibû destnîşankirin ku helîkoptera Reîsî di dema vegerê de daxistineke dijwar kirîye.

Wezîrê Karên Derve yê Helîkopterê Huseyîn Emîr Abdullahîyan, Walîyê Wîlayeta Azerbaycana Rojhilat Malîk Rahmetî û Melayê Înê yê Tebrîzê Ayetullah Alî Haşîmî jî di nav de bû. (ÎLKHA)