Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji Îranê re şandin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber wefata Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê sersaxî xwestin.

Ekleme: 20.05.2024 11:35:26 / Güncelleme: 20.05.2024 11:35:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di encama ketina helîkopterê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî, Wezîrê Derve Huseyîn Emir Ebdullahiyan û çend berpirsên din canê xwe ji dest dabûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber mirina Serokkomar, Wezîrê Derve yê Îranê û şanda pê re di ketina helîkopterê de peyameke sersaxiyê ji hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê re şand.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Nûçeya xemgîn a mirina Serokkomarê merhûm Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê merhûm Husên Emîr Ebdullahiyan û hejmarek ji hevalên wan di ketina helîkopterekê de li Nexşê û me xemgîn kir.

Di vê dema dijwar de, em sersaxiyên xwe pêşkêşî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê birêz Seyîd Elî Xamaneî, rêberatî, hikûmet û gelê Îranê, dost, cîran û malbatên wan dikin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê merhûm bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Wefata Serokê merhûm Reîsî ji bo Komara Îslamî, gelê misilman û dostên wê xisareke mezin e, lê em piştrast in ku gelê qehreman ê Îranê û Komara Îslamî dê li ser vê xisarê derbikeve. Xwedê arîkar û parastina hemû kesî bike û bîranîna şehîdan pîroz be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahîyan û hejmarek berpirsên din ên di encama ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dane, nameyek sersaxiyê ji Komara Îslamî ya Îranê re şand.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê:

“Em bi helkefta koça dawî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyîd Îbrahîm Raîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û hevrêyên wan sersaxiyên xwe pêşkêşî rêber, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin.

Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê kesûkarên wefat li ser dilovaniya xwe bin û sebrê bide malbat û gelê Îranê bi giştî. Di vê dema dijwar de, em hevxemiya xwe û sersaxîya xwe bi gelê Komara Îslamî ya Îranê re radigihînin.” (ÎLKHA)