Di palehîya garisê de 90 hezar ton rekolte tê hêvîkirin

Serokê Odeya Zîreatê yê Êlihê Nîzamettîn Aydîş destnîşan kir ku li Êlihê li ser 60 hezar donim erd garis hatîye çandin, got ku ew îsal 90 hezar ton rekolte hêvî dikin.

Ekleme: 21.08.2023 17:40:32 / Güncelleme: 21.08.2023 17:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Odeya Zîreatê yê Êlihê Nîzamettîn Aydîşê ku derheqê palehîya garisê de ji ÎLKHAyê re daxuyanîyan da, îfade kir ku ew heta dawîya meha Tebaxê li bajêr dest bi palehîya garisan bikin.

Aydîş diyar kir ku ew li ser tonê 8 hezar lîre hêvî dikin ku bê standin.

“Cotkarên me pereyeke baş qezenc kir”

Aydîşê ku diyar kir ew îsal di dexlê de randimanekî baş bidesxistine weha got, “Tabî dema ku randiman baş be fîyet jî baş dibe. Ofîsa Mehsûlên Axê, li bajarên Êlih û Colemêrgê nêzê 400 hezar tonî standina dexlê kir. Pere jî di nav mehekî de tên dayîn, di vê meseleyê de pirsgirêk tineye. Standin hêna jî berdewam dikin. Me îsal di ceh, genim û nîskan de xeyn ji hinek pirsgirêkên biçûk ti pirsgirêkek jîyan nekir. Cotkarên me jî pereyekî baş qezenc kirin.”

“Ew ê di dawîya vê mehê de çandinîya garisê dest pê bike”

Aydîş îfade kir ku çavê cotkaran niha li çandinîya garisan e û dûre weha got, “Niha meseleya ku di rojevê de ye garis e. Ew ê di dawîya vê mehê de garis derkeve. Hema hema 60 donim çandinîya garisê me heye. Em di derdorê 90 tonî de jî rekolte hêvî dikin.”

“Ger ku di fîyeta ku em dixwazin de standin bê kirin ew ê cotkar kêfxweş be”

Aydîşê ku diyar kir ew niha li hêvîya daxuyandina fîyetên garis a rayedarên hikumetê ne weha axavtina xwe dawî kir:

“Malîyetên ku me derxistîye derdorê 6 hezr- 6 hezar û 500 lîre ye. Em hêvî dikin ku bira tona wê bi 8 hezarî be. Înşallah dema ku di hêvîyên me de fîyet bên eşkerekirin ew ê cotkar îsal gelek kêfxweş be. Çîmkî dema ku cotkar kêfxweş be însanîyetî baş dibe. Dema ku rewşa cotkaran baş be rewşa hemû kesan baş dibe.” (ÎLKHA)