Nasnameyên mirovên ku di qezaya Yozgatê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bûn

Nasnameyên 12 kesên ku di qezaya li navçeya Sorguna Yozgatê pêk hatibû de canê xwe ji dest dabûn eşkere bûn.

Ekleme: 21.08.2023 12:05:37 / Güncelleme: 21.08.2023 12:05:37 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 58 ADA 924 ku ji Sêwasê diçû Stenbolê li şerempolê gêr bûbû, di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dabûn û 19 kesan jî birîndar bûbûn.

Di qezayê de; Îlker Akdag, Adem Tatlisu, Eymen Kadîr Hasgûl, Hakan Hasgûl, Zûleyha Hasgûl, Mustafa Altun, Hatîce Yildirim, Serdal Îçeloglu, Feyzullah Dîkçal, Mahmure Dîkçal, Razîye Erdogan û Caner Kuzgun canê xwe ji dest dan.

Walîyê Yozgatê Mehmet Alî Ozkan yê ku li cîhê qezayê lêkolînan kir, destnîşan kir ew difikirin ku qeza ji ber bêdîqetîyê pêk hatibe. (ÎLKHA)