• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Nasnameyên mirovên ku di qezaya Yozgatê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 58 ADA 924 ku ji Sêwasê diçû Stenbolê li şerempolê gêr bûbû, di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dabûn û 19 kesan jî birîndar bûbûn.

Di qezayê de; Îlker Akdag, Adem Tatlisu, Eymen Kadîr Hasgûl, Hakan Hasgûl, Zûleyha Hasgûl, Mustafa Altun, Hatîce Yildirim, Serdal Îçeloglu, Feyzullah Dîkçal, Mahmure Dîkçal, Razîye Erdogan û Caner Kuzgun canê xwe ji dest dan.

Walîyê Yozgatê Mehmet Alî Ozkan yê ku li cîhê qezayê lêkolînan kir, destnîşan kir ew difikirin ku qeza ji ber bêdîqetîyê pêk hatibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir