Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beşdarî şîna Cemaeta Îsmaîlaxa bû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Hasan Kiliçê ku roja duşemê koçî axîretê kiribû beşdarî şîna Cemaeta Îsmaîlaxa bû.

Ekleme: 25.04.2024 18:30:28 / Güncelleme: 25.04.2024 18:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu, li Stenbolê çû Weqfa Îsmaîlaxayê ya li Fatîhê û beşdarî şînê bû.

Yapicioglu, li wir zarokên merhûm Husnu û Abdullah re hevdîtinan kir.

Yapicioglu di şînê de tezîya xwe pêşkêş kir, ji bo merhum jî ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji malbata wî sersaxî û sebrê daxwaz kir.

Ji Yapicioglu re, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdullah Aslan, Mehmet Eşîn û Mahmut Şahîn, Parlamenterê HUDA PARê Farûq Dînç, Serokê Şaredarîyê Îsa Guvendîk û partîyî hevaltîyê kirin. (ÎLKHA)