Ensarullah, li keştîya rejîma sîyonîst xist

Hereketa Ensarullahê Yemenê, diyarkirin ku di li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst xistine.

Ekleme: 26.04.2024 14:15:20 / Güncelleme: 26.04.2024 14:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, derheqê operasyonê de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst a bi navê "MSC Darwîn" bi fuze û balafirên bêfirok hedef girtine.

Serî got ku ew Eîlata ku bajareke qeraxî ya li Başûra erdên di bin îşxalkirî de ye bi fuzeyan hedef girtine û Serî ragihand ku hedef îsabet girtîye.

Serî bal kişand û got ku heta êrîşên li dijî gelê Filistînê nesekine wê êrîşên wan ên li ser keştîyan jî nasekine. (ÎLKHA)