HAMAS: Xwîna şehîdan ew ê li pey sîyonîst û şênîyên îşxalkeran bernede

HAMASê ku li pey şehîd Muhammed Ebu Asabê ku di êrîşa li Nablusê a îşxalkeran de şehîd bûbû daxuyanî da, diyar kir ku xwîna şehîdan ew ê li pey sîyonîstên îşxalker û şênîyên îşxalkerên ku li erdên hatine îşxalkirîne wê bernede.

Ekleme: 20.08.2023 10:04:42 / Güncelleme: 20.08.2023 10:04:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalkeran roja çarşembê êrîşî Kampa Balataya ku li Nablusa Şerîaya Rojavayê ye kir û gelek Filistînî di wê êrîşê de birîndar bûn, Muhammed Ebu Asabê endamê berxwedana Filistînê jî di wê êrîşê de birîndar bûbû.

ŞEHÎD MUHAMMED EBU ASAB

HAMASê ku daxuyand Ebu Asabê ku birîndar bûbû şehîd ket û ji ser vê sedemê daxuyanîyek belav kir.

HAMASê di daxuyanîya ku belav kir de ji malbata Ebu Asabê re sersaxîyê şîyand û weha got, “Planê îşxalkeran a rakirina ji holê ya berxwedanê, alîkarîya xelkê a ji komên berxwedanê re û cihûyîkirina Quds û Mescîdî Eqsayê ew ê li hember berxwedana xelkê Filistînî yê mirabitan bêserfiraz bibe. Xwîna şehîdan ew ê li pey sîyonîstên îşxalker û şênîyên îşxalkerên ku li erdên hatine îşxalkirîne bernede.” (ÎLKHA)