Li Nîjerê êrîş li leşkeran hat kirin: 17 mirî, 20 birîndar

Li Nîjerê, ji teref mirovên çekdar ve 17 leşker canê xwe ji dest dan, 20 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.08.2023 14:55:32 / Güncelleme: 16.08.2023 14:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di navbera navçeyên Bonî û Torodîya ku herêma Tîllaberîyê de ye pêk hat.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Nîjerê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku qonwoya leşkerî ji teref mirovên çekdar yên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve dûçarê êrîşê bû.

Hat îfadekirin di êrîşê de 17 leşker canê xwe ji dest dan, 20 leşker jî birîndar bûn.

Tîllaberî, di navbera xeta sînor a Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê de cîh digre.

Ev xeta sînorê jî tim û tim dûçarê êrîşa komên ku girêdayê DAÎŞê ne tênê. (ÎLKHA)