• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Nîjerê êrîş li leşkeran hat kirin: 17 mirî, 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di navbera navçeyên Bonî û Torodîya ku herêma Tîllaberîyê de ye pêk hat.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Nîjerê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku qonwoya leşkerî ji teref mirovên çekdar yên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve dûçarê êrîşê bû.

Hat îfadekirin di êrîşê de 17 leşker canê xwe ji dest dan, 20 leşker jî birîndar bûn.

Tîllaberî, di navbera xeta sînor a Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê de cîh digre.

Ev xeta sînorê jî tim û tim dûçarê êrîşa komên ku girêdayê DAÎŞê ne tênê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir