Vegera  ji zozanan dest pê dike

Welatîyên ku liu Agirîyê derketin zozanan û li wê derê heywanan xwedî dikin hêdî hêdî amadehîya vegera ji zozanan dikin.

Ekleme: 12.08.2023 13:35:32 / Güncelleme: 12.08.2023 13:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zozanvanên ku ev bû çend meh li çiyayên bilind ên Agirîyê heywanên xwe çêrandin û ji wan pênîr, torak û rûnê nivişt çêkirin û firotin hazirîya vegera mala xwe dikin.

Welatîyê bi navê Paşa Ozcanê ku yek ji wan kesan e ku li zozanên li gundê Pira Jorîn heywandarîyê dike derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Paşa di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew bi hatina biharê heywanên xwe derxistine zozanan û ji wê heyamê vir ve heywanên xwe li vê derê didin çêrandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di biharê de tên vê Zozana Derece ya ku ya nasên me ye û em li vê derê heywanên xwe duqûsênin. Her wisa em li vê derê heywanên xwe didin çêrandin û ji şîrên wan penêr çêdikin. Piştî ku em 75 rojan li vê derê dimînin digel kom û kulfetê xwe vedigerin malên xwe.”(ÎLKHA)