Malbata ku xanîyê wan li ber xerabûnê ye li hêvîya alîkarîyê ne

Li Êlihê di beşeke xanîyê ku ji herîyê hatîye lêkirin de hilweşîn pêk hat. Malbata Gultekîn ê ku talûkeya xerabûnê dijîn ji rayedaran û xêrxwazan li hêvîya alîkarîyê ne.

Ekleme: 02.08.2023 11:05:36 / Güncelleme: 02.08.2023 11:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Malbata Gultekîn ê ku nifûsa wan 5 kes in, di nav tirsa ku ew ê xanîyên wan li ser wan de xera bibe dijîn.

Malbata Gultekîn ê ku diyar kir ew êdî di nav xanîya ku di odeyekî de hilweşîn û di odeyên dinê de jî teqînên dîwarê pêk hatin de nikarin bijîn, xwe parastine cîranên xwe û li hêvîya destê alîkarîyê ya ku dirêjê wan bê kirin in.

Gultekînê ku îfade kir her roj ku diçe talûkeya hilweşîna xanîyê zêde dibe, ji rayedaran alîkarîyê xwest.

“Ji ber ku îmkana me ya meddî tineye em nikarin xanî lêbikin”

Omer Gultekînê ku diyar kir di nav xanîyê herî de nayê jîyankirin weha axivî:

“Ez di cîhên ku paste tên çêkirin de bi rojane dixebitim. Ev xanîyê me yê ku ji herîyê hatîye lêkirin ji bapîrên me ji me re maye. Me berê jî ji hinek sazîyan re serlêdanê kir lê me ti encamek bidestnexist. Piştî erdheja 6ê Sibatê teqînên xanîyên me zêde bûn û her roj ku diçe wan teqînan zêde dibin. Niha tawanê odeya me ya razanê hilweşîya. Ji ber ku îmkana me ya meddî tineye em nikarin xanîyek lê bikin. Daxwazîya me ya ji rayedaran ev e; ger ku ji me re alîkarîyê bikin baş e.”

“Her alîyê xanîyê me hema hema ew ê biweşe”

Elîf Gultekîna ku diyar kir ew mecbûr mane ku xwe parastine cîranên xwe weha got, “Em di nav xanîyekî ku ji herîyê hatîye çêkirin û hema hema ew ê hilweşe de dijîn. Berê di derheqê xanî de pirsgirêkên me hebû û di erdheja dawîn de jî xesareke dinê jî dît. Me wê demê jî ji cîhên ku hewcene re serlêdanan kir û AFAD hat mala me. Ji xanîyê me yê ku ew ê biweşe re rapora xesara sivik da. Di wê demê de ji ber ku her der ewakî bû rapora me nehat xuyakirin jî. Li ser vêye me cardin ji rayedaran tiştekî dinê jî negot. Di rojên dawîn de her alîyê xanîyê me diweşe. Niha odeya razanê a min hilweşîyaye. Eşyayên xwe yên ku me xelas kir derxist ên ku me xelas nekir jî wisa ma û çû çopê. Me eşyayên xwe girt û çûn malên cîranên xwe. Em ji birêz Walîyê xwe û rayedarên dinê re daxwaz dikin ku bira ji me re alîkarîyê bikin. Çîmkî qeweta me ya ku em xanî lê bikin tineye.” (ÎLKHA)