Li Rûsyayê bahoz li herêma kampê xist: 10 mirî

Di encama bahoza ku li Herêma Volga Federal a Rûsyayê xist de 10 kesan mirin, 76 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.07.2023 14:50:36 / Güncelleme: 30.07.2023 14:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Rûsyayê li herêma Volga Federal bahozeke tund tesîrdar bû.

Baya ku li giştîyê herêmê tesîrdar bû gelek daran ji kokê rakir û banên xanîyan jî jê firand.

Bahoz bi taybetî li herêma kampê a bajara Mari Elê tesîrdar bû. Li ser mirovên ku li kêleka Çema Yalçikê ji xwe re ji bo kampê di konan de diman dar ketin.

Ji ber darên ku ketin û bahozan herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kesan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li herêma Volgayê 3 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan. Heta niha 76 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)