• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Rûsyayê bahoz li herêma kampê xist: 10 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî medyaya Rûsyayê li herêma Volga Federal bahozeke tund tesîrdar bû.

Baya ku li giştîyê herêmê tesîrdar bû gelek daran ji kokê rakir û banên xanîyan jî jê firand.

Bahoz bi taybetî li herêma kampê a bajara Mari Elê tesîrdar bû. Li ser mirovên ku li kêleka Çema Yalçikê ji xwe re ji bo kampê di konan de diman dar ketin.

Ji ber darên ku ketin û bahozan herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kesan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li herêma Volgayê 3 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan. Heta niha 76 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir