Putîn: Ji bo Tirkîyê projeya navenda gazê hêj di rojevê de ye

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku projeya navenda gazê ya ji bo Tirkiyeyê hê jî di rojevê de ye û diyar kir ku dê roja Çarşemê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê bicivin.

Ekleme: 30.07.2023 13:30:34 / Güncelleme: 30.07.2023 13:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Civîna Bilind a Afrîqayê daxuyanî da û got dema ku artêşa Ukraynayê di bin êrîşê de ye pêkanîna agirbestê zehmet e.

Pûtîn diyar kir ku ew hevdîtinên bi Ukraynayê re red nakin û însiyatîfa aştiyê ya Afrîkayê ya têkildarî Ukraynayê dikare bibe bingehek ji bo agirbestê.

Pûtîn diyar kir ku bi xêra vekişîna wan a ji Peymana Genimê ya Behra Reş, şirketên rûsî jî ew ê zêdetir  karê bikin.

Pûtîn diyar kir ku projeya navenda gazê ya ji bo Tirkiyeyê hê jî di rojevê de ye û weha got, "Em dixwazin li Tirkiyeyê platformeke elektronîkî ya firotina gazê ava bikin, em naxwazin gazê li wir embar bikin."

Pûtîn diyar kir ku ew ê roja Çarşemê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê biaxivin û diyar kir ku heta niha biryar nehatiye dayîn ku hevdîtina rû bi rû ya bi Erdogan re li Rûsyayê bê kirin yan jî li Tirkiyeyê. (ÎLKHA)