• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Putîn: Ji bo Tirkîyê projeya navenda gazê hêj di rojevê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Civîna Bilind a Afrîqayê daxuyanî da û got dema ku artêşa Ukraynayê di bin êrîşê de ye pêkanîna agirbestê zehmet e.

Pûtîn diyar kir ku ew hevdîtinên bi Ukraynayê re red nakin û însiyatîfa aştiyê ya Afrîkayê ya têkildarî Ukraynayê dikare bibe bingehek ji bo agirbestê.

Pûtîn diyar kir ku bi xêra vekişîna wan a ji Peymana Genimê ya Behra Reş, şirketên rûsî jî ew ê zêdetir  karê bikin.

Pûtîn diyar kir ku projeya navenda gazê ya ji bo Tirkiyeyê hê jî di rojevê de ye û weha got, "Em dixwazin li Tirkiyeyê platformeke elektronîkî ya firotina gazê ava bikin, em naxwazin gazê li wir embar bikin."

Pûtîn diyar kir ku ew ê roja Çarşemê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê biaxivin û diyar kir ku heta niha biryar nehatiye dayîn ku hevdîtina rû bi rû ya bi Erdogan re li Rûsyayê bê kirin yan jî li Tirkiyeyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir