Li Ekvadorê serokê şaredarîyê bi êrîşa çekdarî hat kuştin

Serokê Şaredarîya Manta ya Ekvadorê Agustin Intriago, di encam êrîşa çekdarê de canê xwe ji dest da.

Ekleme: 24.07.2023 12:05:31 / Güncelleme: 24.07.2023 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran, rast kirin ku Serokê Şaredarîya Manta ya Ekvadorê Agustin Intriago roja Yekşemê di encam êrîşa çekdarê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya mehellî de derketine Intriagoyê 38 salî, di dema ku li taxekî zîyaretan dikir dûçarê êrîşa çekdarî hat.

Intriagoyê ku di êrîşê de giran birîndar bû, di nexweşxaneya ku hat rakirin de canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin êrîşdar piştî bûyerê revîya û ji bo ku bê qefaltin xebat hat destpêkirin.

Hêj nayê zanîn ku êrîşê kê û ji bo çi kirîye. (ÎLKHA)