Li Sêrtê biryara skandal a ji Partîya DEMê: Qursa Qur'anê ya zarokên 4-6 salî hat girtin

Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.

Ekleme: 17.05.2024 18:30:18 / Güncelleme: 17.05.2024 18:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku Partiya DEMê bi hinceta mala sersaxiyê ev biryar girt, tevî ku zane Qursên Qur’anê di çavê raya giştî de çiqas bi qîmet in, careke din derket holê ku rêveberiya partiyê rêz li bawerî û nirxan nagire. Çawa ku li taxê malên sersaxiyê nekêm in, şêniyên taxê jî daxwazeke wiha nînin.

Daxwaza girtina qursa Qur'anê ya zarokên 4-6 salî ku 10 salan ji Miftîtiya Sêrtê re li Taxa Ulusa Navendî ya Sêrtê hatibû tayînkirin û tê xwestin bibe mala sersaxiyê, di civîna Meclîsa Şaredariya Sêrtê Gulana 2024an de bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ev biryar ji aliyê şêniyên taxê ve rastî hêrseke mezin hat.

"Kelama Qur'anê li vir tê hîn kirin, ne tiştek din"

Hanim Kayli diyar kir ku ew naxwazin qursa Qur'anê bê girtin û bibe mala sersaxiyê û bang kir û got, “Em dixwazin li vir Quranê bixwînin. Zavayên min, keç û kurên min hene û ez dixwazim ku ew li vir bixwînin û hînî dînê îslamê bibin. Kelama Quranê li vir tê hînkirin, ne tiştekî din. Em dixwazin her kes Quran û Pêxember hembêz bike. Em direvin medreseyan, cihên ku Quran lê tê xwendin. Ji ber ku em Quranê dixwazin. Em dixwazin li taxa me qursa Qur’anê hebe. Em ji we daxwaz dikin ku ji bo Xweda û ji bo Hz. Muhemmed eleyhîsselam qursa Qûr’anê negirin."

"Em dixwazin zarokên me bi hezkirina Xwedê û pêxember mezin bibin"

Rabîa Kayli ya ku bi zarokên xwe re diçe Qursa Qur'anê û naxwaze qursa Qur'anê bê girtin û wiha got:

“Zarokên me li vir Quran dixwînin. Jixwe bi salan e li taxê mala sersaxiyê heye. Qursên Quranê yên din ji vê taxê dûr in. Li vir dersên Quranê nînin; ev pêdivî ye. Ji bo ku zarokên me ber bi rêyeke şaş neçin ev der girîng e. Em dixwazin zarokên me bi hezkirina Xweda û Pêxember mezin bibin. Ev mekteba Quranê cihekî aram e. Zarokên me li hundir lîstikan dilîzin, Quranê dixwînin û hînî tiştan dibin. Ji ber vê yekê em naxwazin ku ew were girtin. Jixwe li taxê gelek malên sersaxiyê hene. Çima qursa Quranê hat girtin û sedema wê jî divê bê pirsîn. Kî ji vê qursa Quranê çi dixwaze? Em bang li rayedaran dikin, li ku derê hewce bike em ê biçin serî lê em naxwazin ev der bê girtin." (ÎLKHA)