Li Qudsê Fîlîstînîyek ji teref îşxalkeran ve hat şehîdkirin

Hêzên sîyonîst yên îşxalker, li Qudsa ku di bin îşxalê de ye ciwanekî Fîlîstînî şehîd kirin.

Ekleme: 16.05.2024 15:50:16 / Güncelleme: 16.05.2024 15:50:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku polêsê terorîstan di seatên serê sibehê de îddîa kirin ku ji wan re bi kêrê êrîş hatîye lidarxistin û di encamê de ciwanê Fîlîstînî hatîye hedefgirtin.

Hat daxuyandin ku ciwanê Fîlîstînî, piştî êrîşê şehîd bûye.

Hat diyarkirin ku li bajara Tulkerîmê êrîşeke berfireh hatîye destpêkirin û di wan êrîşan de jî 3 kes şehîd bûbûn.

Bi tevî vê ciwanê hejmarê Fîlîstînîyên ku vê serê sibehê şehîd bûne derket 4 kesan. (ÎLKHA)