Li Misirê avahî hilweşîya: 2 mirî, 14 birîndar

Di encama hilweşîna avahiyek li bakurê Misirê de 2 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.07.2023 17:15:34 / Güncelleme: 16.07.2023 17:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li taxa Wastanî ya bajarê Buheyreyê qewimî.

Li gor medyaya welêt avahiyeke 8 qatî ji ber sedemeke ku nayê zanîn hilweşiya.

Piştî hilweşînê gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û lêgerîn û xelaskirinê ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin.

Di encama lêkolînan de cenazeyên 2 kesan hatin bidestxistin, 14 kes jî birîndar bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin. (ÎLKHA)