Wesayîta leşkerî û erebe li hev qelibîn: 1 mirî, 13 leşker birîndar bûn

Li ser rêya Wan-Colemergê wesayîta leşkerî û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 13 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.07.2023 14:20:31 / Güncelleme: 11.07.2023 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di seatên serê sibehê de li alîyê Xoşapê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta leşkerî ya ku ji alîyê Elbakê dihat li wesayîta ku di rêya dinê de bû qelibî.

Bi tesîra li hev qelibînê wesayîta leşkerî li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de F. Aniş canê xwe ji dest da, 13 leşker jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, cenderme û AFAD hatin sewqkirin.

Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)