• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Wesayîta leşkerî û erebe li hev qelibîn: 1 mirî, 13 leşker birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza di seatên serê sibehê de li alîyê Xoşapê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta leşkerî ya ku ji alîyê Elbakê dihat li wesayîta ku di rêya dinê de bû qelibî.

Bi tesîra li hev qelibînê wesayîta leşkerî li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de F. Aniş canê xwe ji dest da, 13 leşker jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, cenderme û AFAD hatin sewqkirin.

Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir