Li Entelyayê qezaya trafîkê: 10 birîndar

Di qezaya ku li Antalyayê wesayîta tîcarî û mînîbusê li hev qelibîn de yek jê giran 10 kes birîndar bûn.

Ekleme: 11.07.2023 13:30:29 / Güncelleme: 11.07.2023 13:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Bulvara Altınova di lambeyên trafîkê de pêk hat. Hat îddiakirin ku mînîbusa di bin rêveberiya M.M.U. de bû bi wesayita ticarî ya di bin kontrola A.A. de bû li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêran û 8 kesên di wesayîta tîcarî de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil a tenduristîyê bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku yek ji zarokên birîndar rewşa wî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)