Li Mescîda Eqsayê nimêja îdê bi coşê hat edakirin

Li Mescîda Eqsaya ku di bin îşxala siyonistên îşxalker de ye 100 hezar Misliman  hatin cem hev û di nav coş û şahîyê de nimêja îdê eda kirin.

Ekleme: 28.06.2023 12:45:30 / Güncelleme: 28.06.2023 12:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Daîreya Weqfên Îslamî yên Qudsê ve hat belavkirin  ji bo nimêja îdê nêzî 100 hezar Misliman li Qudsê li Mescîda Eqsayê li hev kom bûn.

Bi deh hezaran Mislimanên Filistînî û yên bîyanî ji bo nimêja îdê serê şeveqê zû berê xwe dan Mescîda Eqsayê.

Li Mescîda Eqsayê Qurana Kerîm hat xwendin û tekbîrên teşrîkê hatin anîn û piştî nimêja îdê  Misliman xutbeya îdê guhdar kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin Misliman îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)