• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Mescîda Eqsayê nimêja îdê bi coşê hat edakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Daîreya Weqfên Îslamî yên Qudsê ve hat belavkirin  ji bo nimêja îdê nêzî 100 hezar Misliman li Qudsê li Mescîda Eqsayê li hev kom bûn.

Bi deh hezaran Mislimanên Filistînî û yên bîyanî ji bo nimêja îdê serê şeveqê zû berê xwe dan Mescîda Eqsayê.

Li Mescîda Eqsayê Qurana Kerîm hat xwendin û tekbîrên teşrîkê hatin anîn û piştî nimêja îdê  Misliman xutbeya îdê guhdar kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin Misliman îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir