Li Meletîyê qeza: 1 Mirî 6 birîndar

Li ser rêya Meletî-Qeyserîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 jê zarok tev de 6 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 27.06.2023 12:09:51 / Güncelleme: 27.06.2023 12:09:51 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 07.30an de li ser rêya Medîşêxa Qeyserî-Meletîyê pêk hat.

Li gorî gahîyên ku hatine bidetxistin wesayîta bi plaqeya 34 BTC 813 a ku di bin kontrola Y.T. (44) de bû, bi wesayîta bi plaqeya 44 DN 461 a ku di bin îdareya Ömer G. (64) de bû li hev qelibîn. Di encama qezayê de Ömer G. (64) canê xwe ji dest da, şofêrê wesayîta dinê Y.T. û rêwîyên dinê ên bi navê Y.T. (33), E.T. (17), N.T. (13), E.T. (8) û Z.T. (6) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan, hat îfadekirin ku rewşa E.T giran e.

Cenazeya Omer Gyê ku di qezayê de canê xwe ji dest da ji bo otopsî bê kirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Meletyeyê re hat rakirin. (ÎLKHA)