Li Hîndistanê baranên musonê bûn sedema lehîyê: Mirîyek

Ji ber baranên musonê ê ku li bakurê Hîndistanê tesîrdar bû lehî rabû, di encama lehîyê de kesek canê xwe ji dest da, bi deh hezaran mirov jî hatin tehlîyekirin.

Ekleme: 23.06.2023 17:30:32 / Güncelleme: 23.06.2023 17:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Assamê ji ber baranên musonê li herêmê alarma sor hat dayîn, hat daxuyandin mirovên ku li gund û navçeyan dijîn hatin tehlîyekirin.

Di daxuyanîya ku derheqê bûyerê de ji teref Îdareya Bireveberîya Afet a Assamê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku ji ber hewaya xerab û lehîyan nêzê 500 hezar însan hatin tehlîyekirin.

Ji kampa ku li wîlayetê hat vekirin re di encama micadeleya bi lehîyan re de nêzê 14 hezar însan hatin cîbîcîkirin.

Li wîlayetên Assam û Sîkkîmê ji ber baranan ax jî hezîya. (ÎLKHA)