Di çalakîyên çekdar ên Filistînîyan de 4 şênîyên îşxalker mirin

Li başûrê bajara Nablusa Filistînê bi çekan çalakî hatin lidarxistin, di van çalakîyan de 4 şênîyên îşxalker hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.06.2023 18:15:31 / Güncelleme: 20.06.2023 18:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma “Îlî” ya ku di navbera bajarên Ramallah û Nablusê de ye ji teref 2 Filistînîyan ve çalakî hat lidarxistin.

Li gorî daneyên medyaya Filistînê di çalakîyên çekdar de 4 şênîyên îşxalker mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Medyaya îbranîyan jî diyar kir ku di çalakîyê de ji Filistînîyan yek hatîye qetilkirin, li cîhê ku ketîye xwarê jî li ber wî tivingekî M16 hebûye. Hat îfadekirin ku çalakîvanê dinê jî ji cîhê bûyerê xelas bûye.

Rejîma îşxalker ji ber ku ew çalakîsazê dinê revîyaye li wê herêmê ji şênîyên sîyonîstan re bang kirin ku bira ji malên xwe dernekevin derve û rêya wê herêmê jî girtine.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahu, piştî ev çalakîyê ji bona ku rewşa ewlehîyê binirxînin civînek lidar xist.

Xeyn ji van agahîyan Hazim Kazimê Berdevkê HAMASê piştî çalakîyê daxuyanîyek da û weha got, “Bersiva ku ji îşxalkeran re bê dayîn ew doh li kampa Cenînê sûcan kirin û êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin dereng nema û li herêma Îlîyê operasyon hat lidarxistin.” (ÎLKHA)