Qebra dîya Selaheddîn Eyyûbîyê Kurd bi hilweşînê re rû bi rû ye

Van rojan qebra dîya Selaheddîn Eyyûbîyê Kurd ê qehreman û fatîhê kurd bi hilweşînê di rojevê de ye.

Ekleme: 19.06.2023 11:40:31 / Güncelleme: 19.06.2023 11:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Selaheddîn Eyyûbîyê ku ji xwe re fetha Qudsê her tim kiribû derd û heta ku Qudsê fetih nekir nesekinîye her tim dema ku qala wî tê kirin ew bi rehmet tê yadkirin.

Qebra Melîke Xatûna dîya selahaddîn eyyûbîyê kurd ê ku bi qehremanî û mêrxasîya xwe navê xwe bi dinyayê daye hesandin û di nav alema îslamê de wek fatihê qudsê tê nasîn di van rojan de di rojevê de ye.

Lewra tê diyarkirin qebra dîya selahaddîn eyyûbî ya ku li misirê ye bi hilweşîn û xerakirinê re rûbirû maye.

Kurdê bi navê Îbrahîm Ezherî yê ku ev 8 sal in ji bo xwendinê li Misirê dijî diyar kir, “Ji ber ku ev avahî wek mîrateya dîrokî nehatiye tomarkirin, kompanyayeke girêdayî Îmaratê bi projeya çêkirina rê dê gorê hilweşîne. Li Misirê gelek cihên dîrokî hene ku wek mîrateya dîrokî nayên tomarkirin û winda dibin. Ev gor jî parçeyek ji dîroka Eyyûbiyan, xanedaneke mezin a Kurdan e û divê destûr neyê dayîn ku winda bibe.”

Îbrahîm Ezherî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî kir ku ji bo ku rêgiriya hilweşandina gorê bikin bi Hikûmeta Misirê re peywendiyê dayînin. (ÎLKHA)