Neteweyên Yekbûyî derheqê binavbûna tekneya koçberan de:Bûyereke bi êş û elem pêk hat

Komîserê Bilind ê Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk derheqê wê tekneya ku li nêzî yunanistanê binav bû de axivî.

Ekleme: 17.06.2023 18:05:34 / Güncelleme: 17.06.2023 18:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Turk binavbûna tekneyê ya li nêzî nîvgirava morayê de wek “trajedîyeke tirsnak” wesfand ji bo nasên wan kesên ku eqrabayên wan di bûyerê de rehmet kirine xemgînî û sersaxîyên xwe anî ziman û destnîşan kir heta niha 78 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 500 kesên ku di nav zarok û pîrek jî hene winda bûn.

Turkê di berdewam nirxandina xwe de balan kişand li ser xwedîderketina wan kesên xelasbûyî û got: “Muhîm e ku em li ba wan kesên ku nasên wan mirina bisekinin û bibin hevderdên wan. Her wisa ew kesên ku hatine xelaskirin divê di nav ewlehîyê de bên derxistin beravê.”(ÎLKHA)



Etiketler: