Li Mêrdînê şer: 5 birîndar

Li Mêrdînê di encama şerkirina du koman de 5 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 10.06.2023 18:20:05 / Güncelleme: 10.06.2023 18:20:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Şar a girêdayê navçeya Artukluyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin îro di seat 15.00an de di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket.

Nîqaşa ku mezin bû û ji şer re vegerîya her du kom jî dest bi li hev xistinê kirin. Di dema şerê de 5 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ji birîndaran 3 kes li cîhê bûyerê hatin tedawîkirin lê Yalçin E. Û Selman C. Bi ambûlansê hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)