Li Malatyayê avahîyeke 4 qetî ya ku ji erdhejê zirar dîtibû hilweşîya

Hat ragihandin li Malatyayê avahîyeke 4 qetî ya ku ji erdhejê zirar dîtibû hilweşîya.

Ekleme: 06.05.2023 10:25:29 / Güncelleme: 06.05.2023 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Sancaktara li navçeya Battalgazîya Malatyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin avahîya 4 qetî ya ku ji erdhejê gelek zirar dîtibû hilweşîya. Di encama bûyerê de 4 kesên ku di avahîyê de bûn di avahîyê de asê man. Hat hînbûn 3 kes bi hewlên xwe ji bin avahîyê derketin, lê belê kesê bi navê Oktay Gucu  yê ku di bin avahîyê de mabû canê xwe ji dest da.(ÎLKHA)