Li Ispartayê servîsa karkeran qulibî: 17 birîndar

Di encama qezaya ku li Ispartayê pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Ekleme: 27.04.2023 15:15:30 / Güncelleme: 27.04.2023 15:15:30 / Xeberen Kurdi / Isparta Haberleri
Destek için 

Qeza li 17emîn kîlometreya rêya Îsparta-Afyonkarahîsarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Göltaşê midîbusa ku K.A bi kar dianî ji ber ku ajokar kontrola dîreksîyonê  winda kir qeza kir.

Di qezayê de ajokar û 16 karkerên di midîbusê de birîndar bûn.

Birîndar ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn a 112an ve hatin rakirin li nexweşxaneyên derdorê.(ÎLKHA)