Li Yozgatê otobuseke rêwîyan qeza kir: 1 mirî 25 birîndar

Di encama qezaya ku li Yozgatê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.03.2023 12:45:29 / Güncelleme: 30.03.2023 12:45:29 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Qeza li  nêzî Sanayîya Taxa 100. Yilê ya navçeya Yerkoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Sêwasê ber bi Enqereyê ve diçû ji ber sedemeke ku nayê zanîn ji rê derket û qeza kir.

Di encama qezayê de kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)