Wezîr Nebatî çû serdana Karwana Hêvîyê ya ku ji lehîyê zirar dîtibû

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatî li Rihaya ku ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne.

Ekleme: 17.03.2023 11:20:30 / Güncelleme: 17.03.2023 11:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Rihayê berî vê du rojan ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û ji ber vê yekê bi dehan mal di bin avê de man, dikan zirar dîtin û 15 kes jî wefat kirin. Her wisa hat hînbûn yek ji wan sazîyên ku zirarê dît Karwana Hêvîyê ye  ku ew ji bo erdhejzedeyan alîkarîyê amade dikir.

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatîyê ku li Rihaya ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne çû serdana Karwana Hêvîyê û derd û kulên wan guhdar kir û dûre ji wê derê veqetîya.(ÎLKHA)