Li Vîetnamê di avahiyekê de şewat derket: 14 mirî

Di şewata ku li avahiyeke 5 qatî ku li Hanoîya paytexta Vîetnamê ye de derket 14 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.05.2024 15:09:57 / Güncelleme: 24.05.2024 15:09:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor nûçeyên ku di medyaya herêmî de cîh digirin, lu Hanoîyê di avahiyekê 5 qatî de ji sebebek hê ne dîyar şewat derket. Hat ragihandin ku ekîbên îtfaiyeyê ji ber tengîya sikaka ku avahî lê bû dereng midaxele kirine.

Ekîbên îtfaiyeyê ragihandin ku di şewatê de 14 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku 4 kes dema şewatê de ji qata ewil xwe avêtine û filitîne.

Derheqê derketina şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)