Cizîrê tirek ji ser pirê ket xwarê: 1 mirî 1 birîndar

Di encama qezaya ku li Cizîrê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 16.03.2023 15:50:30 / Güncelleme: 16.03.2023 15:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 15emîn kîlometreya rêya Cizîr-Nisêbînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira bi plaqeya 27 R 3368 a  ji ser Pira Saqlanê ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket xwarê.

Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr F.O. canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.(ÎLKHA)