Cizîrê tirek ji ser pirê ket xwarê: 1 mirî 1 birîndar
Di encama qezaya ku li Cizîrê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
![Cizîrê tirek ji ser pirê ket xwarê: 1 mirî 1 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/gqfkXC4a2ae7GUIetwCdiox8erE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/11/cizire-tirek-ji-ser-pire-ket-xware-1-miri-1-birindar-d09e967b.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li ser 15emîn kîlometreya rêya Cizîr-Nisêbînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira bi plaqeya 27 R 3368 a ji ser Pira Saqlanê ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket xwarê.
Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr F.O. canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.(ÎLKHA)